Komîngeha yekemîn a ciwanan hat vekirin

Komîngeha yekemîn a ciwanan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûryeyê li Qamişloyê hat vekirin.

Komîngeha yekemîn a ciwanan hat vekirin
Komîngeha yekemîn a ciwanan hat vekirin
Komîngeha yekemîn a ciwanan hat vekirin
Komîngeha yekemîn a ciwanan hat vekirin
Komîngeha yekemîn a ciwanan hat vekirin
Komîngeha yekemîn a ciwanan hat vekirin
Komîngeha yekemîn a ciwanan hat vekirin
Komîngeha yekemîn a ciwanan hat vekirin
Komîngeha yekemîn a ciwanan hat vekirin
Komîngeha yekemîn a ciwanan hat vekirin
Komîngeha yekemîn a ciwanan hat vekirin
3 kanûn, 2025   19:40
QAMISLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi merasîmekê yekemîn komîngeha ciwanan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekir. Komîngeh bi navê Şehîd Egîd Sarûxan li gundê Um El Fursan ê bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê hat vekirin. 

Di merasîma vekirina komîngehê de şêniyên gund, endamên Meclisa Taxa Cûdî, Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, Şaredariya Gel, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û nûnerên komînên tax û bajêr amade bûn.

Merasîma vekirinê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê - Qamişlo Elî Xanî bi xêrhatina beşdaran kir û vekirina komîngehê pîroz kir. Elî Xanî diyar kir ku li komîngehê dê perwerdehiyên bîrdozî, civakî û exlaqî, xweparastin, dersên ziman û destwerdana lezgîn bide.

Bavê şehîd Egîd Sarûxan, Ebdulkerîm Sarûxan jî axivî û bal kişand ser rola tevgera ciwanan di şoreşa Rojava de û got: "Em, malbata şehîd Egîd Sarûxan vê komîngehê li gelê xwe û şehîdên xwe yên ku di dilê me de dijîn pîroz dikin."

Paşê malbata şehîd Egîd Sarûxan benê vekirinê birî û beşdaran li ber stranan govend gerandin.

Komîngeh bi desteka şêniyan wekî gavekê ber bi pêşxistina civakî û rola ciwanan ve hate vekirin. Di komîngehê de ku dê 80 ciwan bixebitin dê perwerdeyên ziman, bîrdozî, xweperastin û destwerdana lezgîn werin dayîn.

(ac/bb)

ANHA