Ciwanan daxwaza roleke çalak di avakirina siberoja Sûriyeyê de kir

Ciwanên ji Hesekê daxwaz kir ku di Sûriyeya siberojê de roleke wan hebe û diyar kir ku divê ew bibin hevparên biryardanê û nivîsandina destûrê.

Ciwanan daxwaza roleke çalak di avakirina siberoja Sûriyeyê de kir
27 gulan, 2026   05:05
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Ciwanên li bajarê Hesekê bal kişand li ser girîngiya rola ciwanan di avakirina siberoja Sûriyeyê de û beşdarbûna di jiyana siyasî û civakî de.

Selman El Nebhan ê hevserokê Meclisa Ciwanên Demokratîk a Sûriyeyê got: "Ciwan 14 salan hêza sereke ya şoreşa Sûriyeyê bûn, û ew koma herî zêde ji encam şer bandor bûne ne."

El Nebhan bal kişand ser girîngiya  hebûna wan di navendên biryardanê de, ne tenê wekî hejmar di nav saziyan de, û beşdarbûna wan di nivîsandina destûrê û nexşerêya pêşeroja welêt de. El Nebhan diyar kir ku guhpêdana hêza ciwanan û tevlêkirina wan di jiyana siyasî û civakî de dê bibe alîkar ku jiyana hevbeş û aramî xurt bibe û gotinên nefretê kêm bibe.

El Nebhan wiha domand: “Piştî 14 salan şoreşê, ciwanên Sûriyeyê hem li hundir û hem jî li derveyî Sûriyeyê ezmûnek girîng bi dest xistine, ku ev yek jî hewce dike ku van enerjiyan di avakirina siberojê de bikar bînin.”

Der barê rola ciwanan li Sûriyeyê de, El Nebhan diyar kir ku ew bingeha vê şoreşê ne û divê rola xwe di xebata siyasî û civakî de bidomînin.

Mîxaîl Zadik ê endamê Tevgera Ciwanên Ermen, got ciwan daxwaza edaleta civakî, tevlêbûna di biryardana siyasî û aborî de û piştgiriya projeyên piçûk dikin ku alîkariya wan dikin ku bibin hilberîner û jêhatiyên xwe bi pêş ve bibin.

Der barê xurtkirina rola ciwanan di civakê de, Zadik got peydakirina derfetên kar ji bo ciwanan ji bo kêmkirina bêkariyê û pêşîgirtina li kişandina wan ber bi rêyên çewt û zirardar ve girîng e. Her wiha diyar kir ku divê ciwanan ji bo xebatê û berhemdarbûnê werin amadekirin.

Zadik da zanîn ku qonaxa nû li Sûriyeyê hewceyê baldariyek mezintir li ser ciwanan e bi rêya baştirkirina perwerdeyê, piştgirîkirina jêhatîyên pîşeyî û teknîk û teşwîqkirina wan ji bo pêşxistina jêhatîbûnên xwe da ku bandorên şer û şert û mercên dijwar ên ku wan di salên dawî de kişandine derbas bikin.

Zadik di dawiyê de diyar kir ku ciwan ew in ku dê di siberojê de berpirsiyariya ji nû ve avakirina Sûriyeyê hilgirin ser xwe, ji ber vê yekê divê piştgiriyek têr ji wan re were dayîn da ku bikaribin vê rolê bi cih bînin.

Nûr Vatiryan a nûnera ciwanên Ermen ên Derbasiyê diyar kir ku ciwan ji bo hemû civakan wekhevî, ewlehî û aramiyê, û rolek rastîn di jiyana siyasî û civakî de dixwazin.

Wê her wiha da zanîn ku divê li herêma Rojava hawîrdoreke perwerdeyê ya berfireh were peydakirin ku bibe egera bilindkirina asta zanistî û çandî ya ciwanan.

Nûrê got gelek ciwanên Sûriyeyê yên li derveyî welêt dixwazin vegerin welêt, lê ew li benda hawîrdoreke ewle û aram û derfetên kar ên rastîn in ku dê ji wan re bibin alîkar ku jiyanek nû dest pê bikin.

Nûrê di dawiyê de ev peyam da ciwanan: "Ez ji ciwanan dixwazim ku li xewnên xwe xwedî derkevin û dev jê bernedin, tevî dijwarî û şert û mercên dijwar ên ku welat di salên şer de kişandiye. Divê ew nefikirin ku ji bo bidestxistina wan pir dereng e, derfet hîn jî heye."

(k)

ANHA