Ciwanên Şoreşger daxwaza dûrketina ji gotara nefretê kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Til Temirê daxwaza dûrketina ji gotara nefretê û parastina şêniyan ji kiryarên bi vî awayî kir. Ciwanan diyar kir ku divê rê neyê dayîn ku di navbera Kurd û Ereban de fitne were derxistin.

Ciwanên Şoreşger daxwaza dûrketina ji gotara nefretê kir
28 tîrmeh, 2026   11:35
HESEKÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Çerxerêya Kehreba ya Til Temirê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla endamê Meclisa Bajarê Til Temirê Ehmed El Sehim bi beşdariya endamên tevgerê û şêniyan ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku “Kurd û Ereb salên dirêj bi hev re jiyane, bi hev re kêfxweş û xemgîn jî bûne, derketina beramberî hev a Kurd û Ereban tenê zirarê dide gelan û nabe çareserî. Divê nakokiyên siyasî nebin cihê şer û dijminahiya di navbera pêkhateyan de, tundî û şerê hundirîn tenê xwînrêjî û wêrankirinê bi xwe re tîne”.

Tevgerê di daxuyaniyê xwe de bang li hemû eşîran û hêzên civakî kir ku bi geşedanên heyî re parêzvaniya xwe ya ji bo şêniyan bidomînin, ji gotara nefretê dûr bikevin û rê nedin ku şer çêbe. Divê nirxê jiyaneke aştiyane ya şêniyan û asta parastina yekitiya civakê bê pêşxistin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê gotara nefretê û fitneya ku derdikeve ji holê rabe, berjewendiyê hemû gelên herêmê bi dîtina ewlehiyê, rêzdarî û jiyaneke hevbeş pêk tê.

Tevgerê bi vê gotinê dawî li daxuyaniya xwe anî: “Berxwedana heqîqî ne bi derxistina fitneyê di navbera gelan de, lê bi parastina civakê pêk tê.”

(sb)

ANHA