Ji ciwanên Enternasyonalîst bang: Ji bo Rojava rabin

Ciwanên Enternasyonalîst ên li Rojava ji bo parastinê banga tevlêbûna seferberiyê kir.

Ji ciwanên Enternasyonalîst bang: Ji bo Rojava rabin
20 ÇILE, 2026   21:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Ciwanên Enternasyonalîst ên li Rojava bi peyameke bidîmen banga tevlêbûna seferberiyê ji bo parastinê kir.

Di peyamê de hat gotin: "Em wek hevalên enternasyonalîst ên li Rojava banga we dikin werin Rojava û tev li seferberiyê bibin.

Çeteyên cîhadîst ên girêdayî Tirkiyeyê li ber deriyê Kobanê ne. Lê QSD û YPJˊê berxwedana xwe di cebheyan de dewam dikin. Xeterî heye ku bi hezaran çeteyên DAIŞˊê ji zîndanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê birevin. Ev xeteriyek ji bo herêmê û ji bo hemû mirovahiyê ye.

Dem hatiye hûn tev li seferberiya Rojava bibin. Werin vir û tev li şoreşa jinê bibin.

Bijî berxwedana Rojava, ji bo Rojava rabin."

(fr)