Ciwan Siko: Dewleta Tirk serkêşiya plana têkbirina îradeya gelê Kurd dike

Ciwan Siko diyar kir ku Ii hember Rojava planên navneteweyî hene ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve tên birêvebirin. Siko da zanîn ku yekitiya Kurdan bûye mertal li hember van planan û bang li gelê Kurd kir ku heta serkeftinê piştgiriyê bide hêzên xwe yên leşkerî û gelê Rojava.

Ciwan Siko: Dewleta Tirk serkêşiya plana têkbirina îradeya gelê Kurd dike
29 ÇILE, 2026   06:45
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Sûriyeyê Ciwan Siko ji ajansa me re li ser êrişên ku ji 6`ê Çileyê ve ji hêla çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve li dijî Rojava hatine destpêkirin, axivî.

Ciwan Siko destnîşan kir ku çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li gorî ajandaya dewleta Tirk a dagirker tev digerin û ji bo şikandina îradeya gelê Kurd û gurkirina nakokiyan di navbera Ereb û Kurdan de, êrişî herêmên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine.

Siko diyar kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) erka parastina van deveran girtiye ser xwe û piştgiriya gel a berfireh a ji bo QSD`ê bû egera bingehîn a têkçûna planên navneteweyî û pêşîgirtina li fitne û nakokiyan.

Siko bang li eşirên Ereban kir ku li hember van planan hişyar bin û diyar kir ku dîroka hevpar a di navbera Ereb û Kurdan de têrê dike ku hemû plan têk biçin.

Siko her wiha destnîşan kir ku yekitiya Kurdan li çar parçeyên Kurdistanê ji bo gelê Rojava cihê serbilindiyê ye û alîkariya ku îro ji hêla Başûrê Kurdistanê ve tê dayîn, yekitiya gelê Kurd a li hember hewldanên qirkirinê nîşan dide.

Ciwan Siko bang li gelê Kurd li Kurdistanê û Ewropayê kir ku heta serkeftin bi dest bikeve û hêvî û daxwazên gelê Kurd pêk werin, çalakî û meşên piştgiriyê ji bo QSD`ê, Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin bidomînin.

Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdistanê – Sûriyeyê Ciwan Siko di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku rola partiyên siyasî yên Kurd ew e ku piştgiriyê bidin daxwazên gel û hêzên wan ên leşkerî û got têkoşîna gel dê bi ser bikeve.

(k)