Koçberên ji Efrînê: Bila şer bisekine û em vegerin malên xwe

Li Girke Legê koçberên ji Efrîn bi darê zorê hatine koçberkirin, daxwaza rawestandina şer û vegera li Efrînê dikin.

Koçberên ji Efrînê: Bila şer bisekine û em vegerin malên xwe
Koçberên ji Efrînê: Bila şer bisekine û em vegerin malên xwe
Koçberên ji Efrînê: Bila şer bisekine û em vegerin malên xwe
29 ÇILE, 2026   03:45
QAMIŞLO
ROHAT XELEF-KÎNAN EL SEYÎD

Li bajarê Girke Legê koçberên ji Efrînê yên ji ber êrişên çeteyên hikumeta demkî li dibistan û navendên xizmetguzariyê dimînin, dixwaze rawestandina şer û vegera ewle dikin.

Yek ji koçberên ji Efrînê Rûken Xelo got: “Ev bûye 4 car em koçber dibin û di koçberiyê de me gelek ziyanên manewî û madî dîtin. Em hêvî dikin ku şer raweste û em bi ewle vegerin warê xwe. Em hêvî ji aliyên navneteweyî dikin ku bi me re bibin alîkar.”

Her wiha Mihemed Xemaş jî behsa zor û zehmetiyên koçberiyê kir û got: “Em 4 caran koçber bûn. Rêwîtiya me ya koçberiyê gelekî bi êş e, em bi rewşên felaket re rû bi rû bûn. Hêviya me ew e ku şer bisekine û em vegerin malên xwe.”

Lîna Silêman jî têkildarî rewşa wan a tenduristî axivî û got: “Keça min nexweş e û ez nikarim wê li nexweşxanê bihêlim. Ez bang li gelê Kurd dikim ku bi me re bibin alîkar û em vegerin malên xwe.”

Têkildarî rewşa jinan di koçberiyê de Celîle Hesen axivî û got: “Di şer û koçberiyê de jin hîn zêdetir zehmetiyê dikişînin. Niha koçber li dibistanan dimînin û gelekî zehmetî hene. Ez bang li tevayî gelê Kurd dikim ku bibin yek û bi me re bibin alîkar da ku em vegerin malên xwe.”

ANHA