Ciwan şev û roj ji bo koçberan dibin destek

Li Rojavayê Kurdistanê komeke ciwanan bi armanca destekdayîna koçberan xwe bi rêxistin kir. Van ciwanan heta niha li zêdetirî 300 navendên ku koçber lê dijîn, alîkarî belav kirine.

20 sibat, 2026   03:45
QAMIŞLO

Koçberên ji Efrîn û Şehbayê yên li Tebqa û Reqayê di 18’ê Kanûna 2026’an de berê xwe da bajarên Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê û Dêrikê û ji wê demê heta niha komeke ciwanên Rojavayê Kurdistanê ku li ser medyaya dijîtal jî aktîf in, dest bi arikariyê kir û rojane ji bo koçberan alîkariyê belav dikin.

Îbrahîm Rihê ku yek ji wan ciwanan e, li gorî pêwîstiyên koçberan şev û roj kete nava tevgerê, bi alîkariya ciwanên din pêdiviyên xwarin û cil ji bo koçberan dabîn kirin.

Koma ciwanan destpêkê ji 6 ciwanan pêk hat û paşê berfireh bû û her komeke ciwanan li bajarê xwe, li cihên ku koçber lê dimînin, geriyan.

Ev kom bû navbeynkarê xelkê ku dixwaze alîkariyê pêşkêşî gelê xwe bike, heqê alîkariyê ji xelkê derveyî welat, rêxistin û ekîban, hem jî ji xwediyên dikanên ku jê alîkarî tê kirîn, têpeydakirin.

Tensîqa koma ciwanan yek e, ji ber rewşa her kesekî di komê de cuda ye, carinan her kesek bi tena xwe derdikeve. Ciwan di nava komê de plansaziya alîkariyê ji hev digirin, li gorî wê tev digerin.

Ev kom di nava zarok û bi giştî malbatên koçber ên li dibistan, mizgeft, navendên saziyan, baxçeyên zarokan de wekî palpişt û xwedîderketinekê tê dîtin.

Îbrahîm Rihê dibêje di nava komê de ew bi tenê heta niha li zêdetirî 35 navend û malên ku koçber lê ne negeriyaye, bi giştî jî wan alîkarî daye zêdetirî 300 dibistanan, wekî pêwîstiyên xwarinê, şîrên zarokan, betanî û mazot ên zêdetirî hezar û 500 malbatan dabîn kirine.

(sb/h)

ANHA