Komeke din a ciwanên Kurdistanê tev li berxwedana Rojava bû

Komeke ciwanên Kurdistanê yên tev li seferberiya giştî bû, bang li ciwanên Kurdistanê kir ku tev li berxwedana li Rojava bibin.

22 ÇILE, 2026   14:45

Komeke ciwanên Kurdistanê yên tev li seferberiyê bûne, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Wek gelê Başûr em di navbera Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat de tu cudahiyê nabînin, hemû yek in. Wek ciwan sedema hatina me ya li vê derê ew e ku piştgiriyê bidin hevalên xwe û gelê xwe. Îro şerê man û nemanê tê meşandin.”

Yek ji ciwanan anî ziman ku ew ji Rojhilatê Kurdistanê ye, ji bo parastina xwişk û birayên xwe yên li Rojava li vê derê ye û got: “Îro têkoşîneke man û nemanê tê meşandin. Di navbera Rojhilat û Rojava de cudahî nîn e.

Divê bihosteke bi tenê ya xaka me ji dijmin re neyê hiştin. Em hatin ku canê xwe feda bikin. Em hêvî dikin ku gelê Kurdistanê piştgiriyê bide vê berxwedanê. Bila kes li mala xwe rûnenê; her kes alîkariya ji dest tê bike.”

Daxuyanî bi dirûşma "Bijî Kurdistan", "Bijî serketin", "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.