Li Şengalê Partiya Ciwanên Êzidî hate avakirin

Li Şengalê partiyeke nû ya bi navê ‘Partiya Ciwanên Êzidî’ hate avakirin. Kongreya yekemîn a partiyê bi tevlîbûna 200 delege û mêvanan dest pê kir.

Li Şengalê Partiya Ciwanên Êzidî hate avakirin
Li Şengalê Partiya Ciwanên Êzidî hate avakirin
Li Şengalê Partiya Ciwanên Êzidî hate avakirin
Li Şengalê Partiya Ciwanên Êzidî hate avakirin
Li Şengalê Partiya Ciwanên Êzidî hate avakirin
Li Şengalê Partiya Ciwanên Êzidî hate avakirin
Li Şengalê Partiya Ciwanên Êzidî hate avakirin
Li Şengalê Partiya Ciwanên Êzidî hate avakirin
9 nîsan, 2026   14:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Şengalê partiyeke nû ya Êzidiyan a bi navê ‘Partiya Ciwanên Êzidî’ ava bû. Partiya nû, îro di saet 10.30’an de li Salona Hanover ya navenda Şengalê yekemîn kongreya xwe bi dirûşmeya ‘Edalet, Azadî û Demokrasî’ dest pê kir.

Li gel beşdariya 200 delege û mêvanan, nûnerên partiyên siyasî yên Êzidiyan, nûnerên rêxistinên Jin û Şengalê, nûnerên Rêveberiya Meclîsa Gel a Şengalê, kesayetiyên diyar ên Êzidî jî di kongreyê de amade ne. Kongre bi amadebûn û çavdêriya Lijneya Hilbijartinên Serbixwe ya Partiyên Siyasî ya Iraqê birêve diçe.

Kongre bi deqîqeyeke rêzgirtina ji bo hemû şehîdên fermanê û Şengalê dest pê kir. Axaftina destpêkê ji aliyê Merwan Xwedêda ve hate kirin, Xwedêda di serîde avabûna partiyê li tevahî civaka Êzidî pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: ‘‘Em Partiya Ciwanên Êzîdî di kongreya xwe ya yekemîn de radigihînin. Ev partî wekî partiyeke Iraqî ya niştîmanî tê naskirin ku armanca wê yekkirina gotinê, xurtkirina hebûna xwe di qada siyasî de û parastina berjewendiyên gel û welatê me bi hevkariya hemû aliyane.’’

Merwan Xwedêda spasiya hemû damezrîner û beşdarên kongreyê kir û wiha axaftina xwe domand: ‘‘Em spasiya xwe pêşkêşî hemû damezrîner û beşdaran dikin. Her wiha spasiya hemû hevalên me yên di avakirina partiyê de ked dane dikin. Her wiha em spasiya Şaxê Partî û Rêxistinên Siyasî yê Komîsyona Hilbijartinan, her wiha Daîreya Partî û Rêxistinên Siyasî ya Komîsyona Hilbijartinan a Bexdayê dikin ji bo hevkariya wan a ku bû sedema serkeftina vê damezrandinê. Em ji Xwedê dixwazin û hêvîdarin ku ev gav bibe destpêka xebateke ku xizmeta civaka me bike û rûmeta wê biparêze.’’

Piştî axaftina vekirinê, dîwana kongreyê ji aliyê delegeyan ve hate hilbijartin. Dîwanê bernameya siyasî û rêziknameya partiyê pêşkêşî delegeyan kir û piştî nîqaşan, ev her du belge ji aliyê endaman ve hatin pejirandin. Di berdewamiya kongreyê de, bi amadebûn û çavdêriya Komisyona Serbixwe ya Partiyên Siyasî ya Iraqê, hilbijartina endamên mekteba siyasî û rêveberiya partiyê dê pêk were.

Kongre wê piştî nîvro jî dewam bike.