Civîna Trump û Xi ceribandineke nû ya hêzê di navbera Washington û Pekînê de ye

Medyaya Erebî nivîsî ku civîna Trump a bi hevpîşeyê wî yê Çînî re ji protokolê derbas bû û ceribandineke nû ya hêzê di navbera du aboriyên herî mezin ên cîhanê de nîşan da. Her wiha cih da  bandorên şerekî bi Îranê re li ser aboriya cîhanî.

Civîna Trump û Xi ceribandineke nû ya hêzê di navbera Washington û Pekînê de ye
15 gulan, 2026   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî di rojevên xwe yên îro li ser civîna Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump û hevpîşeyê wî yê Çînî Xi Jinping li Pekînê nivîsîn.

'CIVÎNA PEKÎNÊ: ZIMANÊ BEDENÊ JI PEYVAN DENGTIR DIAXIVE'

Rojnameya El Ereb a li Londonê ragihand ku di civînê de lihevkirinek li ser çarçoveyek nû ji bo têkiliyan di bin sernavê "Sîstema Stratejîk a Avaker" de çêbû. Hate gotin, "armanc ew bû ku pêşbaziya di navbera her du welatan de birêve bibe da veneguhere pevçûnek vekirî. Her wiha hin lihevkirinên  aborî û teknolojîk jî pêk hatin, wekî destûrdayîna şîrketên Çînî ku çîpên elektronîkî yên pêşkeftî bikirin û zêdekirina derbaskirina berhemên Amerîkî bo Çînê. "

Rojnameyê civîna lûtkeyê wekî "pêşbaziyek birêkûpêk" di navbera Washington û Pekînê de bi nav kir û diyar kir ku her girêdanên aborî û teknolojîk ên her du aliyan hene, lewma her pevçûna rasterast dê ne vebijarkek rast be.

'CIVÎNEKE NEKEVNEŞOP A AMERÎKA-ÇÎNÊ'

Rojnameya El Xalîc jî cih da heman mijarê, destnîşan kir ku serdana Trump bo Pekînê di demek dijwar de ji bo serokê Amerîkayê pêk hat, piştî ku şerê bi Îranê re rawestiya û Washington nekarî "serkeftinekê " bi dest bixe, ku ev yek pozîsyona dan û standinê ya Trump li beramber serokê Çînê qels kir.

Li gorî rojnameyê, Trump hêvî dikir ku ji pozîsyona "serketî" biçe Çînê da ku zexta Çînê li ser Tehranê zêde bike. Lêbelê, pêşketinên di şer de hişt ew li şûna ferzkirina şertên siyasî hîn bêtir hewl bide destkeftiyên aborî bidest bixe.

'SERDANA TRUMP Û REWŞA BAZARAN'

Rojnameya El Beyan destnîşan kir ku serdan li ser çar stûnên sereke ye, ya herî girîng ew e ku ew du aboriyên herî mezin ên cîhanê tîne cem hev û her pêşveçûn an aloziyek di têkiliyên wan de rasterast bandorê li aboriya cîhanî û bazarên navneteweyî dike.

Rojnameyê diyar kir ku Trump, di dema serdanê de bi zêdekirina veberhênanên Amerîkî li bazara Çînê, dixwaze kêmasiya bazirganiyê bi Çînê re kêm bike.

(k)