Li dijî hêzên ewlekariyê êriş: 2 kes birîndar bûn

Li bajarê Reqayê li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên hikumeta demkî ya Sûriyeyê êriş pêk hat. Li gorî agahiyan, di êrişê de 2 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn.

Li dijî hêzên ewlekariyê êriş: 2 kes birîndar bûn
15 gulan, 2026   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li Reqayê li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên hikumeta demkî de êriş pêk hat. 

SOHR'ê ragihand ku êriş ji aliyê çekdarên nenas ve li nêzî avahiya Yekitiya Jinên Suyran pêk hatiye û di encamê de 2 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûne.

Hate diyarkirin çekdaran piştî êrişê tavilê ji cihê bûyerê reviyan.

(bb)