KCDK-E, KON-MED û  Enstîtuya Kurdî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

KCDK-E, KON-MED û  Enstîtuya Kurdî ya li Swîsreyê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê destnîşan kir ku Kurdî hêmana esasî ya têkoşîna gelê Kurd a ji bo nasname, bîr û hebûnê ye û ji bo xwedîderketina li zimanê dayikê ya li her qadê bang kir.

KCDK-E, KON-MED û  Enstîtuya Kurdî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
15 gulan, 2026   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN 

KCDK-E'yê bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gelê Kurd li Kurdistanê û çar aliyên cîhanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz dike û hate gotin, ev roj ne tenê nîşaneya hezkirina ji ziman e, di heman demê de xwedî wateya misogerkirin û xwedîderketina li nasname û aîdiyeta xwe ya neteweyî ya Kurd e.

Her wiha işaret bi pêşketina dîrokî ya zimanê Kurdî hate kirin û hate destnîşankirin ku hezkirina ji zimanê Kurdî ya bi stran û berheman nîşaneya danheviyeke kûr a çandî ye.

Di daxuyaniyê de di pêvajoya modernbûna Kurdî de qala girîngiya rojnamevaniyê jî hate kirin û hate gotin, ji rojnameya Kurdistanê ya li Qahîreyê hate weşandin heta bi Rojî Kurd, Galawêj, Hawar, rojnameyên Komara Kurd a Mahabadê zimanê Kurdî kete dema modernbûyînê.

KCDK-E'yê destnîşan kir ku ev weşand taca rûmet û bedewiyê ya gelê Kurd e.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ziman bingeha nasnameya gelê Kurd e, divê bê parastin û xurtkirin û hate destnîşankirin ku ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye, di heman demê de meseleyeke man û nemanê ye.

Her wiha hate gotin, ji bo Kurdî li her devera ku Kurd lê ne bibe zimanê fermî divê polîtîkayeke ziman a bi bandor timî di rojevê de be.

Lewma li dijî êriş û polîtîkayên asîmîlasyonê jî girîngiya têkoşîna li her qada jiyanê hate destnîşankirin.

KCDK-E'yê bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bang li her kesî hate kirin ku ji bo serketina têkoşîna mafê rewa û zimanê dayikê yê gel, seferber bibe.

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Almanyayê (KON-MED) bi wesîleya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek da. Daxuyaniya KON-MED’ê bi vî rengî ye:

 “Zimanê gelekî bîrewariya wî ye; dîrok, çand, êş û kêfxweşiya wî ye. Zimanê Kurdî zimanekî kûr e ku bi sedsalan tevî hemû zilm, qedexe û polîtîkayên asîmîlasyonê heta roja me hatiye û hebûna xwe parastiye. Bi parçekirina Kurdistanê ku li çar welatên dagirker hate dabeş kirin, gelê Kurd bi salan ji mafê perwerdehiya bi zimanê xwe bêpar ma. Axaftin, nivîsandin û fêrbûna bi zimanê Kurdî qedexe bû; mirov ji zimanê xwe yê dayikê dûr ketin. Lê belê, tevî hemû vê zilmê, gelê Kurd zimanê xwe parast û di jiyana xwe de ew zindî hişt.

Îro, bi milyonan Kurd li çar aliyê cîhanê bi Kurmancî, Soranî, Zazakî, Kelhorî, Lorî û zaravayên din ên Kurdî diaxivin, vî zimanî ji nifşekî bo nifşekî din hildigirin. Ev berxwedan û xwedîderketina mezin yek ji mînakên herî xurt ên îradeya gelekî ye ji bo parastina nasname û çanda xwe ye.

Roja Zimanê Kurdî ne tenê pîrozbahiya zimanekî ye, lê di heman demê de rojek e ji bo parastina bîranîn, çand û hebûnê jî. Divê neyê jibîrkirin ku mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî gerdûnî yê mirovan e. Mîna her gelî, mafê gelê Kurd heye ku bi zimanê xwe fêr bibe, hilberîne û pêşeroja xwe ava bike.

Bi vê boneyê, em bi rêzdarî her kesê ku zimanê Kurdî zindî dihêle, pê diaxive, li ser dinivîse, fêr dike û ji nifşên pêşerojê re vediguhezîne silav dikin. Weke KON-MED, em 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî li hemû gelê Kurd pîroz dikin.”

Enstîtuya Kurdî ya li Swîsreyê bi boneya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî daxuyaniyek weşand û vê rojê li gelê Kurd pîroz kir.

Di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku her gel bi zimanê xwe dijî û ev tişt hat gotin, “Ziman bîr, dîrok, çand û nasnameya gelekî ye. Zimanê Kurdî ji bo me Kurdan mîna laşeke. Ziman nebe em nikarin behsa hebûna xwe bikin.”

Enstîtuya Kurdî, da zanîn ku di 15’ê Gulana 1932’yan de, rewşenbîrên Kurd ên wekî Mîr Celadet Alî Bedirxan, Qedîrcan, Cegerxwîn, Osman Sebrî û Nûredîn Zaza kovara Hawar li Şamê weşandine. Her wiha hat gotin ku Hawar yekem kovara Kurdî bû ku bi tîpên Latînî hatibû weşandin û ji bo zimanê Kurdî xalek girîng bû.

Enstîtuya Kurdî destnîşan kir, “15’ê Gulanê ji bo zimanê Kurdî şoreşek bû. Hewar bû bangek û dibistanek ji bo ziman. Nivîskar, helbestvan û xwendevan bi saya Hawar hatin ba hev. Ji ber vê yekê, 15’ê Gulanê wekî Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.”

Enstîtuya Kurdî, bal kişand ser cihê zimanê Kurdî di jiyana gel de û diyar kir ku ew dengê dengbêjan, lorîna dayikan û çanda gel e.

Her wiha hate destnîşankirin ku zimanê Kurdî tevî polîtîkayên qedexekirin û asîmîlasyonê yên bi salan jî, hatiye parastin. Hate gotin ku dayik, hunermend, nivîskar û parêzvanên ziman zimanê Kurdî zindî dihêlin.

Di daxuyaniyê de ev bang li gelê Kurd hatin kirin:

* Bi zarokan re bi Kurdî biaxivin.

* Bi Kurdî pirtûkan bixwînin û binivîsin.

* Piştgiriya muzîk, fîlm û xebatên çandî yên Kurdî bikin.

 * Dudilî nebin ku li her derê bi Kurdî biaxivin.

Di dawiyê de, hate gotin ku divê zimanê Kurdî ji nifşên siberojê re were veguhestin û hat gotin ku ziman yek ji mîrateyên herî girîng ên gelê Kurd e.