Çîrokên koçberên Efrînê yên li Reqayê

Ekrem Begdaş ê ji Efrinê di dibistana Hewarî Bin Medîn de bi koçberên din re yên ji Şehbayê derketine, kom dibe û li ser berxwedanê û bêrîkirina welêt distêre.

Çîrokên koçberên Efrînê yên li Reqayê
Çîrokên koçberên Efrînê yên li Reqayê
Çîrokên koçberên Efrînê yên li Reqayê
Çîrokên koçberên Efrînê yên li Reqayê
Çîrokên koçberên Efrînê yên li Reqayê
16 ÇILE, 2025   03:55
REQA
DÎMA MIHEMED

Di nava qerebalixa bajêr de, di korîdorên dibistana Hewarî Bin Medîn a li Reqayê de, koçber avakirina jiyaneke nû didomînin ta vedigerin warên xwe. Ji dûr ve dengê Ekrem Begdaş ê 55 salî xweş tê. Li dora wî koçberên Şehbayê kom bûne û li stranên wî yên li ser berxwedanê guhdar dikin ku bîranînên axa ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker terik kirine, zindî dibin.

Ekrem li Efrînê sala 2018'an di encama teqîna mayînekê de lingê wî qut bûbû. Lê dîsa jî têkçûnê red dike û bi rêya stranên xwe dixwaze vê peyamê bide ku 'jiyan layiqî berxwedanê ye û wê rojekê Efrîn vegere ye' dide.

BI STRANÊ LI HEMBER BÊHÊVIYÊ LI BER XWE DIDE

Ji bo Ekrem stranbêjî ne behre ye, lê wesîleyeke berxwerdana li hember şert û mercên jiyanê ye. Der barê vê yekê de Ekrem got: "Dema distrêm pê dihesim nêzî Efrinê me. Bi stranê re gotinan tînim bîra xwe û gelê herêmê ku têkoşîn berdewam e. Koçberî baweriya me bi vegerê naşikîne."

Rast e mezin e lê Ekrem rojane hewl dide moralên koçberan bilind bike. Ev cih veguherîn qadên biçûk ên hevgirtin û bêrîkirinê.

ÇÎROKÊN KOÇBERIYA DUBAREKIRÎ

Ji bo Ekrem û cîranên wî ev ne cara yekê ye koçber dibin. Êşên wan sala 2018ˋan destpê kirin, dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kir. Wê demê cara yekemîn koçber dibe û li Şehbayê bi cih dibe.

Lê destpêja 2024'an careke din ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wë koçber dibe û vê carê tevî zêdetirî 100 hezar kes li Reqa, Tebqa, Cizîr û Firatê bi cih dibin.

Ekrem wiha behsa rêwîtiya koçberiyê kir: "Derketina ji Efrinê destpêja êşê bû. Lê êşên me bi dubarebûna trajediya koçberiyê re zêdetir bûn. Her carê em mecbur dibin cihê xwe terik bikin û li dû me beşeke giyanê me dimîne."

Mele Derwîş Mihemed (60) li dora xwe neviyên xwe kom kiriye ku jê dixwazin çîrokên Efrînê ji wan re bêje.

Mihemed ji wan re behsa jiyana li wir, zeytûn, çiyayên rengîn dike û di nav wê de bi dengê xwe yê zîz stranên kevnar ên li ser berxwedanê dibêje.

Mihemed got: "Her stranek peyameke hêviyê ye. Em dixwazin zarokên me bizanin ku ev ne dawiya rê ye û veger ne xewneke zehmet e."

CIWANÊN BINKEFTINÊ RED DIKIN

Hêviyên Ednan Ebdullah (25) ji yên din ne cuda ye. Ew jî mîna koçberên din ji Til Rifetê derket û li Reqayê bi cih bû.  Ebdullah got: "Têkoşîn bi koçberiyê ranaweste. Em ê berxwedanê ne tenê ji bo xwe, lê ji bo her kesê ji axa xwe mehrûm bûye bidomînin."

ŞERT Û MERCÊN DIJWAR

Di navendên koçberiyê de jiyan gelek dijwar e. Derfetên kêm, nebûna binesaziyê şert û mercên jiyanê li ser koçberan dijwartir dike.

Ekrem, Derwîş û Ednan teqezî bi hevgirtinê kir. Ekrem got: "Em li vir alîkariya hev du dikin. Dizanim rê dirêj e. Lê yekitiya me, me bi hêztir dike."

BERXWEDAN BERDEWAM E

Di her goşeyeke navendê de, çîrokên têkoşînê, êşê û hêviyê hene. Stranên Ekrem, çîrokên Mele Derwîş û gotinên Ednan isbat dikin ku ev gel dev ji berxwedana ji bo vegerê bernade.

(şx/fr)

ANHA