‘Em bi hêviya avakirina Sûriyeyeke nû ne ku hemû gelê Sûriyeyê biparêze’

Pêkhateyên kantona Cizîrê yên Ereb, Kurd, Suryan, Ermenî, elewî û durzî diyar kir ku piştî rûxandina rejîma Baasê, ew li hêviya avakirina Sûriyeyeke nû ne ku hemû gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe bigire nav xwe. Her wiha diyar kirin ku projeya Rêveberiya Xweser ya herî guncaw e da ku mafên hemû pêkhateyan biparêze.

‘Em bi hêviya avakirina Sûriyeyeke nû ne ku hemû gelê Sûriyeyê biparêze’
16 ÇILE, 2025   06:10
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hêviya avakirina Sûriyeyeke nû ne ku hemû gelê Sûriyeyê tê de cih bigire û mafên wan, çand û zimanên wan biparêze. Şêniyên Çilaxayê ya kantona Cizîrê têkildarî mijarê axivîn.

Şêrwan Sefo yê ji bajarê Çilaxa, pesna sistema li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û wiha got: “Em 13 sal in di bin siya Rêveberiya Xweser de dijîn.” Her wiha tekez kir ku projeya Rêveberiya Xweser têkiliyên di navbera pêkhateyên herêmê de di hemû waran de xurt kiriye.

Sefo da zanîn ku projeya netewa demokratîk projeyek yekgirtî ye ku li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş pêk tê û her pêkhateyek bi çand û zimanê xwe di bin siya xwe de bijî.

Sûha Silêman jî destnîşan kir ku ew weke Sûriyeyiyên ji Ereb, Kurd, Suryan, Ermen, elewî û durzî, piştî rûxandina rejîma Baasê li benda avakirina Sûriyeyeke nû ne ku pirrengiya hemû gelên Sûriyeyê  diparêze.

Fatima Silêman jî bi Şîrewan û Suhayê re hemfikir bû û diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser ya herî guncaw û ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û nenavendî ku mafên her pêkhateyê biparêze.

Fatima Silêman her wiha destnîşan kir ku pêkhateyên herêmê ji hezar salan ve bi hev re dijîn. Rêveberiya Xweser jî ev peywendiyên di nav pêkhateyan de bihêztir kir û bawerî di navbera pêkhateyan de zêde kir.

(k)