Rêveberiya Xweser: Em berxwedana nobedarên Tişrînê silav dikin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedana nobedarên li Bendava Tişrînê silav kir û fedekariyên QSDˋê yên li hember êrişên dagirkeran pîroz kirin.

Rêveberiya Xweser: Em berxwedana nobedarên Tişrînê silav dikin
15 ÇILE, 2025   21:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî berxwedana gelê herêmê li Bendava Tişrînê û destanên lehengiyê yên QSDˋê daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyanî wiha ye:

"Çend roj e ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî dewrî parastina Bendava Tişrîn û binesaziyan dikin, her wiha li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku bi top û balafiran herêmê hedef digirin piştgiriya QSDˋê dikin.

Balafirên dewleta Tirk karwanê sivîlan ku ji bo parastina Bendava Tişrînê ketibûn rê, bombebaran kir. Karwan bi dijwarî hate bombebarankirin û di encama wê de 3 sivîl şehîd bûn û 19 jî birîndar bûn. Ev êrişa li dijî sivîlan binpêkirina qanûna navneteweyî ya mirovî ye û sûcekî şer e.

Em wek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişa li dijî sivîlan bi tundî şermezar dikin. Dewleta Tirk bi vê yekê dixwaze îrade û berxwedana vî gelî ku ji bo parastina binesaziyên xizmetguzariyê rabûye ser piyan, bişikîne. Ev yek mezintirîn astên fedekarî û berxwedanê ye.

Em banga xwe ji civaka navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî re nû dikin ku erkên xwe yên mirovî û exlaqî pêk bîne û tedbîrên lezgîn bigire, êriş û topbarana dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestîne, sivîl û binesaziyan, biparêze.

Em berxwedana gelê xwe yê nobedar ê li Bendava Tişrînê, silav dikin. Em fedekariyên mezin ên QSD`ê ku li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê destanên lehengiyê dinivîsin, pîroz dikin.

Şehîd namirin

Şîfaya lezgîn ji birîndaran re

Bijî Sûriyeya azad, demokratîk û nenavendî."