Çînê ji welatiyên xwe xwest ku ji Îranê derkevin

Çînê ji welatiyên xwe yên li Îranê xwest ku ji Îranê derkevin û hişyariya seferê ji bo Îranê da.

Çînê ji welatiyên xwe xwest ku ji Îranê derkevin
27 sibat, 2026   17:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Derve ya Çînê bi rêya Karûbarên Konsulxaneyê û bi hevkariya Balyozxane û Konsulxaneyên Çînê li Îranê ragihand ku di rewşa ewlehiyê ya heyî de divê welatiyên Çînî neçin Îranê.

Wezaretê daxuyand ku welatiyên Çînî yên ku niha li Îranê ne, divê tedbîrên ewlehiya kesane bikin û di zûtirîn dem de ji Îranê derkevin.

Ev hişyarî di demekê de tê ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hebûna xwe ya leşkerî li herêmê xurt kiriye û îşaretên êrişeke leşkerî ya gengaz da ku zextê li Îranê bikin da ku dev ji bernameyên xwe yên nûkleerî û mûşekî berde û bandora hevalbendên xwe yên herêmî, bi taybetî li herêma Kendavê, kêm bike.

Li aliyê din, Tehranê Washington û Tel Avîv bi derxistina hincetan ji bo destwerdan û guhertina rejîmê tawanbar kir û hişyarî da ku ew ê li hember her êrişeke leşkerî bersivê bide.

(ac/fr)

ANHA