Barrack bi Malikî re civiya

Li gorî ajansa Rojnewsˊê ku agahiyên xwe dispkêre çavkaniyan, Tom Barrack bi Nûrî Malikî re hevdîtin kir.

Barrack bi Malikî re civiya
27 sibat, 2026   17:50
NAVENDA NÛÇEYAN

2 çavkaniyên şopîner ji ajansa Rojnewsˊê re diyar kir ku nûnerê Amerîkayê Tom Barrack îro bi serokwezîrê Îraqê yê berê û namzetê Çarçoveya Hemahengiyê ya ji bo serokwezîrtiyê Nûrî Malikî re hevdîtin kir.

Malikî ji bloka Şîe ya bihêz namzetek e ku dixwaze vegere ser erkê, lê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hişyarî da ku eger ew dîsa were hilbijartin, ew ê piştgiriya xwe ya ji bo Iraqê ji nû ve binirxînin.

(fr)