Çeteyên ’Ensar El Sunna’ şewatên li Laziqiyê girt ser xwe

Çeteyên ’Seraya Ensar El Sunna’ berpirsyariya şewatên li çiyayê Laziqiyê ku hîna dewam dikin, girte ser xwe.

Çeteyên ’Ensar El Sunna’ şewatên li Laziqiyê girt ser xwe
6 tîrmeh, 2025   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên ’Seraya Ensar El Sunna’ bi daxuyaniyekê berpirsyariya şewatên li daristanên çiyayê Laziqiyê girte ser xwe.

Di daxuyaniya çeteyên navborî de ku li ser Telegeramê hatiye weşandin hatiye gotin " 3’yê meha Muharamê mucahidên Seraya Ensar El Sunna çiyayê Qestel ê gundewarê Laziqiyê şewitandin."

Di daxuyaniyê de hate aşkerakirin ku şewatê herêmên din da ber xwe, di encamê de hin şêniyên gundewarê Laziqiyê ji malên xwe koçber kirin û  ji ber dûmanê bêhan hin kesan teng bû.

4 roj e şewatên li daristanên çiyayê Laziqiyê dewam dikin, hewldanên vemirandina şewatê têne kirin. Ji ber dûmana zêde ya şewatê rêya di navbera Laziqiyê û Tirkiye de hat girtin û stasyona ceyranê ji xizmetê derketiye.

Hêjaye bi bîrxistinê ye ku çeteyên ’Seraya Ensar El Sunna’ êrişa xwekujî ya li Dêra Mar Îlyas a li taxa Diwêla ya Şamê jî girtibû ser xwe ku di encamê de 26 kes şehîd bûn û bi dehan kes birîndar bûn.

(bb)