Hikûmeta Veguhêz buhayên vizeya derbasbûna Sûriyeyê destnîşan kir

Wezareta Karên Derve ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê, buhayê vizeya derbasbûna welatiyên biyanî û Ereb bo Sûriyeyê destnîşan kir.

Hikûmeta Veguhêz buhayên vizeya derbasbûna Sûriyeyê destnîşan kir
6 tîrmeh, 2025   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve û Koçberan a Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê biryarek da û tê de buhayên vîzeya ketin û derbasbûna welatiyên biyanî û Ereb bo Sûryeyê destnîşan kir. Ev biryar îro yekşemê dest pê dike.

Li gorî biryarê, buhayê vîzeya derbasbûnê bi dolar tê standin, ev pere li deriyên sînor û balefirgehan tên dayin.

Buhayê vizeya derbasbûnê ji 25 dolaran dest pê dike û digihîje 400 dolaran. Li gorî biryarê buhayê vizeya welatiyên dewletên Europayê 75 dolar, yên Amerîkayê 200 dolar û yên Îranê 400 dolar e.

Heta niha nêzî nîvê welatiyên Sûrîyeyê piştî 14 salên şer li derveyî welêt dijîn.

(k)