Li perav û hundirê Sûriyeyê hewldanên provokasyonan

Li perav û hundirê Sûriyeyê hewldanên provokasyonan Li hemberî xwepêşandanên gel ên li herêmên hikumeta veguhêz êrişên li ser welatiyan û hewldanên provokasyonan berdewam dikin.

Li perav û hundirê Sûriyeyê hewldanên provokasyonan
27 mijdar, 2025   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarên peravê û hundirê Sûriyeyê piştî lidarxistina meşên alîgiriya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li taxên Laziqiyê wekî Deitor û rêya Mezarê û avêtina dirûşmên mezhebperest, nakokî derketin û hêrsa şêniyan zêde bû. Şêniyan ev gav wek provokasyon bi nav kir.

Komên alîgirên hikumetê derbasî taxa El Erîd a bajarê Tertûsê bûn û gotinên nebaş û xerab li dijî Elewiyan kirin.

Li bajarê Ceblê jî meşên alîgir ên bi motorsîklêtan çêbûn û li tevahî kolanên Elewiyan geriyan. Vê yekê li gel şêniyan metirsî çêkir.

Li başûrê rojavayê Hemayê jî duh çekdarên nenas ên ku li motorsîklêtan siwar bûbûn, li gundê Qefliyon gule avêtin 2 kesên li pêş mala xwe rûniştibûn û qetil kirin û ber bi bajarokê Eqreb ve reviyan.

Li Helebê jî, ji ber hilweşîna rewşa debarê û biryarên şaredariya bajêr ên desteserkirina basteyan, meşek bi tevlêbûna bi sedan kesan hat lidarxistin. Beşdaran daxwaza jiyaneke birûmet kir.

(fr)