Berhem Salih bû serokê UNHCR’ê

Serokkomarê berê yê Iraqê Berhem Salih bû serokê nû yê Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî.

Berhem Salih bû serokê  UNHCR’ê
12 kanûn, 2025   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê berê yê Iraqê Dr. Berhem Salih wek serokê Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) hat hilbijartin.

Li gorî agahiyan Salih dê di nava çend rojên bê de dest bi kar bike. Ev erk piştî sekreteriya giştî ya NY’ê erka herî mezin e. Sekreterê giştî yê NY’yê yê niha Antonio Guterres jî ev erk bi rê ve biribû. Piştî 75 salan cara yekem e kesekî ji Rojhilata Navîn vê erkê bi rê ve dibe.

DR. BERHEM SALIH KÎ YE?

Berhem Ehmed Salih di sala 1960’an de li bajarê Silêmaniyê hatiye dinê. Di qonaxa dibistana amadeyî de dema di ezmûnê de bû Dr. Berhem Salih ji aliyê rejîma Baasê ve hate girtin.

Di sala 1983’yan de ji Zanîngeha Cardiff a Brîtanyayê, bawernameya lîsansê ya endezyariya mîmariyê, di sala 1987’an de li Zanîngeha Lîverpool a Brîtanyayê bawernameya doktorayê di warê statîstîk û pratîka komputerê de wergirtiye.

Dr. Berhem Salih di sala 1976’an de beşdarî Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibe. Di partiye de cîgiriya sekreterê giştî yê YNK’ê û serokatiya du kabîneyên hikumeta Herêma Kurdistanê kiriye. Her wiha di sala 2018’an de bû serokkomarê Iraqê û 4 salan dewam kir.