Di êrişa Rûsyayê de 3 kes hatin kuştin

Li bajarê Nikopol ê Ukraynayê, di êrişa hewayî ya Rûsyayê ya li dijî otobusekê de 3 kes hatin kuştin û 12 kes jî birîndar bûn.

Di êrişa Rûsyayê de 3 kes hatin kuştin
7 nîsan, 2026   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku rayedarên Ukraynayê dane, hêzên Rûsyayê li bajarê Nikopol ê herêma Dnipropetrovskê ya dikeve rojhilatê Ukraynayê, bi dronekê li otobusekê xist. Rayedaran got di êrişê de 3 kes hatine kuştin û 12 kes birîndar bûne.

Wezîrê karên hundir ê Ukraynayê Ihor Klymenko êriş wek "wêranker" bi nav kir û ev agahî li ser Telegramê parve kirin: "Êriş di saetên pir qerebalix de anku dema rêwî diçûn ser kar, hat kirin."

(bb)