CENTCOM: Divê welat welatiyên xwe ji kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vegerînin

CENTCOM'ê bang li welatan kir ku welatiyên xwe ji kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vegerînin. Fermandariyê diyar kir ku ev gav wekî karekî mirovî û pêşîgirtina li vegera DAIŞ'ê tê dîtin.

CENTCOM: Divê welat welatiyên xwe ji kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vegerînin
26 îlon, 2025   23:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper di konferansa Neteweyên Yekbûyî (NY) de bang li welatan kir ku welatiyên xwe ji kampa Hol û kamp û navendên din vegerînin.

Cooper wiha axivî: "Di vê mehê de min bi xwe serdana kampa Hol kir û min pêwistiya mezin a vegerandina niştecihan nas kir. Rast e pêşketin heye, lê belê ez bi hêvî me em tevahî keda xwe zêde bikin."

Cooper diyar kir ku vegerandina welatiyan berî ku hişmendiya tundraw di wan de tê çandin ne tenê karekî mirovî ye, her wiha ew dikare vegera DAIŞ'ê têk bibe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Cooper di vê mehê de serdana kampa Hol kiribû û bi fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî re hevdîtin kiribû.

(mh)