Li Efrînê panela têkildarî Tundiya li dijî jinan

li bajarê Efrînê bi beşdariya siyasetmedar Îlham Ehmed li ser girîngiya xurtkirina hewldan û hişmendiya civakî ji bo mafên jinan û xurtkirina beşdariya wan di warên jiyanê de û xebata sînordarkirina şêweyên tundiyê hat lidarxistin.

Li Efrînê panela têkildarî Tundiya li dijî jinan
Li Efrînê panela têkildarî Tundiya li dijî jinan
Li Efrînê panela têkildarî Tundiya li dijî jinan
Li Efrînê panela têkildarî Tundiya li dijî jinan
25 mijdar, 2026   20:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Komleyên Lêlon û Vînos, îro paneleke diyalogê li bajarê Efrînê bi sernavê “Tundiya li dijî jinan  di navbera rastî û berpirsiyariya civakî de” bi beşdariya siyasetmedarê kurd Îlham Ehmed û hejmarek rewşenbîr û kesên eleqedar li ser rewşa jinan hat organîzekirin. Armanc ji panelê bal bikişîne ser rewşa jinan li Sûriyeyê, xurtkirina hişmendiya civakî di rûbirûbûna tundî û binpêkirinên li dijî jinan.

Beşdaran girîngiya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, pêwîstiya pêşxistina rola civakê di parastin û piştgiriya wan, nemaze ligel şert û mercan û astengiyên rûbirûyî jinên Sûriyeyî di qonaxa heyî de nîqaş kir.

Îlham Ehmed jî axivî û diyar kir ku şêweyên tundiya li dijî jinan ne ji îro ve ne, lê rihên wan ji dîrok û hişmendiya serdest ve tê. Ev jî tundiya li ser civakê bi tevahî ye.

Îlham got: “Dema em li civakeke tê de wekhevî û edalet heye bifikirin, em ê bibînin ku jin û mêr bi hev re di têkiliyeke li ser wekhevî, rêzgirtin û qîmetdayînê de dijîn.”

Îlham di dawiyê de got divê hewldan û hişmendiya civakî ji bo rûnişkandina mafên jinan û mafên beşdariya wan di tevahî warên jiyanê de werin zêdekirin û xebat li ser sînordarkirina şêweyên tundî û cudakariyê were kirin.

(f)