Rojnamevan Amir Meter hat berdan

Rayedarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rojnamevan û çalakvanê mafên mirovan Amir Meter, serbest berd.

Rojnamevan Amir Meter hat berdan
26 îlon, 2025   23:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Hundir a hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê, piştî zext û rexneyan, rojnamevan û çalakvanê mafê mirovan, di heman demê de rêveberê Muzexaneya Zindanên Sûriyeyê Amir Meter, serbest berda. 

Meter roja Çarşemê li ser sînorê bi Lubnanê re ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz ve hatibû girtin.

Rêveberiya Muzexaneya Zindanên Sûriyeyê girtina Meter girtina Meter wekî êrişa li ser azadiya derbirînê nirxand. Her wiha bang li rayedaran hikumetê kiribû ku sedemên girtina wî aşkera bike û wî serbest berde.

Amir Meter (37) ji bajarê Reqayê ye. Bi destpêka şoreşa Sûriyeyê (2011) re ji aliyê rejîma Baasê ve hatibû girtin û îşkence lê hatibû kirin. Piştî hat berdan (2012) çû Almanyayê. Li wir bûyerên li Sûriyeyê û binpêkirinên dihatin kirin, belge dikirin.

Amir Meter Rêxistina (Şarîi) û "Mûzexaneya Girtîgehên DAIŞ’ê" ava kirin ku balê dikişînin ser derdora 100 girtîgehan, derdora 70 hezar belge û axaftinên nêzî şahidan ên ji girtîgeh û komkujiyan filitîne. Her wiha cih daye gorên komî jî.

Wezareta Karên Hundir a hikumeta veguhêz der barê sedemên girtina Meter de îdia kiribû ku ew hewl dide hin dosyayên ewlehiyê yên taybet bi dewletê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bi kar bîne.

 (ac)