Netanyahu: Şerê li Xezayê ranaweste

Netanyahu li civîna NY'ê got ku şerê li Xezayê berî radestbûna Hemasê ranaweste. Girêdayî wê Trump diyar kir ku peymana agirbestê û vegerandina dîlgirtiyan nêzîk e.

Netanyahu: Şerê li Xezayê ranaweste
26 îlon, 2025   21:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di peyama xwe ya li Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyû (NY) got ku heta ku Hemas radest nebe û dîlgirtî neyên berdan şerê li Xezayê ranaweste.

Netanyahu got ku naskirina dewleta Filistînê ji bo Îsraîlê xwekuştin e.

Netanyahu li hemberî birçîbûna li Xezayê û bikaranîna sivîlan wekî mertal Hamas berpirs dît û gunehbariya pêkanîna qirkirina komî red kirin.

Her wiha, Netanyahu got ku Til Avîvê ezmanê Îranê kontrol kiriye û wî Îran bi pêşxistina çekên atomî ji bo wêrankirina Îsraîlê gunehbar kir.

Netanyahu ragihand ku wan çekên Hizbullah û milîsên Îranê li Sûriye, Iraq û Yemenê tune kirin û rola hikumeta Lubnanê di bêçekkirina Hizbullah de silav kir.

Girêdayî wê, serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku peymana agirbestê ya bi Xezayê re nêzîk e.

(mh)