Çekdaran welatiyekî li Humsê qetil kir

Çekdarên nenas li taxa Wirod a bajarê Humsê welatiyek qetil kir.

Çekdaran welatiyekî li Humsê qetil kir
15 kanûn, 2025   18:33
HUMS

Nûçegihana me ji bajarê Humsê daxuyand ku welatiyê bi navê Mûsa Ehmed Îsmaîl (Ebû Emced) ê ku di belavkirina gazê li kolana 40 a taxa Wirod a Humsê de dixebite, hat qetilkirin.

Nûçegihan da zanîn ku di saetên sibehê de çekdarên nenas ên li ser motorsiklêtê siwar bûbûn gule avêtin welatiyê li pêş deriyê dikana xwe sekiniye, di cih de qetil kir.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku berê jî Mûsa rastî êrişa komên bi ser desthilata xwecihî ve hatibû.

Li gel berdewama tevliheviya ewlehiyê li herêmên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê sûcên wiha dewam dikin.

(fr)

ANHA