Li Kalîforniyayê planeke terorîst hat têkbirin

Wezareta Dadê ya DYAˊyê ragihand ku bi hevkariya FBIˊyê planeke terorîst ku amadekariya wê li wîlayeta Kalîforniyayê dihat kirin, hat têkbirin.

Li Kalîforniyayê planeke terorîst hat têkbirin
15 kanûn, 2025   19:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Reutersê ku agahiyên xwe dispêre daxuyaniya Wezîra Dadê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Pam Bondi diyar kir ku Wezareta Dadê bi hevkariya Ofîsa Federal a Lêkolînan (FBI) planeke terorîst a ku amadekariya pêkanîna wê li wîlayeta Kalîforniyayê dihat kirin, têk bir.

Li gorî medyayên Amerîkayê, Pam da zanîn ku operasyon di encama hevkariya îstîxbaratî û ewlehî ya Wezareta Dadê û ajansên sepandina qanûnê de pêk hat. Pam destnîşan kir ku hîna lêpirsînên der barê tevahî kesên destê wan di planê de heye û aliyên piştgirî dane de didomin.

Texmîn e desthilatên Amerîkayê daxuyaniyên berfireh der barê paşxaneyên planê û tedbîrên qanûnî yên li dijî gumanbaran hatine girtin de bide.

Bi nêzbûna cejnên sersalê piranî dewletên Ewropî û DYAˊyê tedbîrên ewlehiyê yên dijwar li cihên şahiyan girtine û li hin bajarên Ewropayê jî ji ber gefên zêde yên êrişên terorane şahî hatin betalkirin.

(fr)