SOHR: Pevçûnên Sehnaya û Ceremana gihîştin Siwêdayê

SOHR'ê da zanîn ku piştî pevçûnên tund li bajarên Eşrefiya Sehnaya û Ceremana, ku di encamê de gelek welatî bûn qurbanî, alîgirên desthilata Şamê hin deverên gundewarê Siwêdayê bi çekên giran hedef girtin.

SOHR: Pevçûnên Sehnaya û Ceremana gihîştin Siwêdayê
30 nîsan, 2025   22:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku alîgirên desthilata Şamê nuqteyên li nêzî malên sivîlan li gundê Resas û gundê Sora Mezin ên gundewarê Siwêdayî bi hawin û doçkeyan hedef girtin.

Ev yek, hemwetî pevçûnên li gundewarê Şamê bi taybet li herêmên niştecihbûna mezheba Durzî; li Ceremana, Sehnaya û Eşrefiya Sehnaya, rû dan.

Dezgehên ragihandinê ragihand ku li Eşrefiya Sehnaya, ji ber êrişên hewayî yên Îsraîlê, dengê teqînan hat bihîstin û li asîmanê herêmê balafir geriyan.

Girêdayî gurbûna kiryarên tundûtûjiyê, çekdarên hêzên desthilata Şamê, li pêş karwaneke ku ji Siwêdayê ber bi bajarokê Sehnaya ve diçû kemîn danîbû, bi wê re 3 ciwanên Durzî hatin qetilkirin û bi dehan jî birîndar bûn.

Malpera Siwêda 24 jî ragihand ku şandeyeke rûspiyên Durzî yên Siwêdayê bi serperiştiya şêx Ebû Usama Yûsif Cerbûh, Ebû Waêl Hemod El Henawî, berbirpsê Tevgera Rîcal El Kerame şêx Ebû Hesen Yehya Hecar û şêx Leys El Belhûs gihîştin bajarê Dareya yê gundewarê Şamê da ku bi berpirsên desthilata Şamê re li çareserkirina pirsgirêka Eşrefiya Sehnaya nîqaş bikin.

Malperê da zanîn ku ji aliyê desthilatê ve jî parêzgerên Siwêda, Şam û gundewarê Şamê hene.

(mh/fr)