‘Çarçoveya Hemahengî 48 saet dem da PDK’ê û YNK’ê’

Berdevkê Fermî yê Hevpeymaniya Nesir Eqîl Rudyanî ragihand ku Çarçoveya Hemahengî 48 saet dem daye PDK’ê û YNK’ê daku di mijara serokkomariyê de lihevbikin.

‘Çarçoveya Hemahengî 48 saet dem da PDK’ê û YNK’ê’
3 sibat, 2026   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh şandek Çarçoveya Hemahengî ya bi serokatiya serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî çû Hewlêr û Silêmaniyê, bi rayedarên PDK’ê û YNK’ê re civiya.

Berdevkê Fermî yê Hevpeymaniya Nesir, Eqîl Rudyanî têkildarî naveroka civîna şandeya Çarçoveya Hemahengî ya li gel rayedarên Herêma Kurdistanê de agahiyan bi Rojnameya Sebah re parve kir.

Eqîl Rudyanî eşkere kir ku Çarçoveya Hemahengî 48 saet dem daye PDK’ê û YNK’ê daku dawî li nakokiyên xwe yên li ser namzetiya serokkomar bînin.