Eraqçî ji bo dan û standinên bi DYA’yê re hat tayînkirin

Serokê Îranê Mesûd Pizikşiyan ragihand ku wî wezîrê karên derve Ebas Eraqçî ji bo dan û standinên nukleerî yên bi Washingtonê re tayîn kiriye.

Eraqçî ji bo dan û standinên bi DYA’yê re hat tayînkirin
3 sibat, 2026   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî gefên serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ku gotibû eger lihevkirinê çênebe dê encamên xirab derkevin, serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro ragihand ku wî wezîrê karên derve Ebas Eraqçî wek nûnerê Tehranê di dan û standinên rasterast ên nukleerî yên li gel DYA’yê de tayîn kiriye.

Pizîşkiyan di nivîsekê de ku li ser X’ê parve kiriye, got wî perspektîf daye wezîrê karên derve da ku dan û standinan bi awayekî adilane bişopîne.

Serokkomarê Îranê diyar kir ku dan û standinên pêş dê di çarçoveya lihevhatinên nîştimanî yên Îranê de pêk werin anku Tehran bi şertên xwe yên siyasî ve girêdayî ye.

(b)