Cangoriyên azadiyê li Tirbespiyê hatin bibîranîn

Di merasîma bîranîna şehîdan de, soza berdewamkirina rêya şehîdan û parastina destkeftiyan hate dayîn.

Cangoriyên azadiyê li Tirbespiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê li Tirbespiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê li Tirbespiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê li Tirbespiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê li Tirbespiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê li Tirbespiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê li Tirbespiyê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê li Tirbespiyê hatin bibîranîn
11 tebax, 2026   13:01
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê ji bo 90 pakrewanên ku di mehên Gulan, Hezêran, Tîrmeh û Tebaxê de, di dem û cihê cuda de şehîd bûne, meraîmeke bîranînê li dar xist.

Merasîma bîranînê li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi beşdarbûna malbatên şehîdan û şêniyên bajêr bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hedar Dêrik axivî û got: “Bi saya têkoşîna şehîdan îro tevahî dunya me nas dike."

Hedarê diyar kir ku berxwedana ku îro tê meşandin hemû bi saya keda şehîdan e, ew ê her dem li pey şopa cangoriyên xwe bin. Di dawiya axaftina xwe de Hedar Dêrik got divê ew birêxistinbûna xwe xurttir bikin da ku bikarin ji pêvajoyê re bibin bersiv.

Marasîm bi pêşandana sînevîzyoneke li ser şehîdan bi dawî bû.

(ex)

ANHA