Dadgeha Ceza ya Şamê cezayê darvekirinê da Beşar El Esed û Atif Necîb

Dadgeha Ceza ya Şamê, Beşar El Esed, Atif Necîb û hin berpirsên berê yên rejîma Baasê bi kuştin û îşkencekirine sûcdar kirin û cezayê darvekirinê li wan birî.

Dadgeha Ceza ya Şamê cezayê darvekirinê da Beşar El Esed û Atif Necîb
11 tebax, 2026   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Ceza ya Çaremîn a Şamê îro der barê Beşar El Esed, Atif Necîb û hin berpirsên dîtir ên reviyayî de hukmê darvekirinê da. 

Dozgerê dadgehê Fexredîn El Eryan got dadgehê Beşar El Esed bi kuştin, îşkence, girtina neqanûnî û sûcên li dijî mirovahiyê tawanbawar kiriye û cezayê darvekirinê daye wî.

Her wiha dadgehê Atif Necîb bi kuştin, îşkence û teşwîqkirina kuştinê sûcdar kir û cezayê darvekirine lê birî. Di heman dosyayê de Mahîr Hafiz El Esed, Fehed Casim El Ferîc, Mihemed Eymen Eyûş, Luey Elî El Elî, Qusey Îbrahîm Mehyûb, Wefîq Salih Nasir û El Isêmî bi kuştin û îşkenceya bi zanebûn sûcdar kirin û cezayê darvekirinê da wan.

(np)