Çandina daran ji bendava Çilaxa heta bi bendava Zexîra fireh bû
Însiyatîfa çandina daran li derdora bendava Çilaxa ya ku şêniyên Çilaxa daye destpêkirin, ber bi bendava Zexîra ve hat berfirehkirin. Armanc ji însiyatîfê zêdekirina rûberên keskahiyê li herêmê û kêmkirina zirarê guhartina hewayê ye.
Şêniyên bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê di 29'ê meha Nîsanê de ji bo çandina darên hawîrdorê û yên berhemdar li derdora bendava Çilaxa însiyatîfek dabû destpêkirin.
Di qonaxa yekemîn de şêniyan 200 dar li parastgeha Azadî ya nêzî bendava Çilaxa çandin. Gerînendetiya Çandiniyê jî avdana daran û lênêrîna wan girt ser xwe. Her wiha gerînendetiyê 50 dar ji şitilgeha xwe pêşkêşî însiyatîfê kir.
Ev însiyatîf ji aliyê rêjeyeke mezin a şêniyên bajêr û gundên wî ve hat pêşwazîkirin û hejmareke mezin ji welatiyan dar pêşkêş kirin. Însiyatîf gihîşt zeviyên di navbera bendava Çilaxa û bendava Zexîra de û li wir 100 darên din hatin çandin. Hejmaran darên ku li wê deverê hatine çandin gihîştiye 200 darî.
Hejmara giştî ya darên ku ji destpêka însiyatîfe ve hatine çandin 300 dar e û hîn jî çandina daran berdewam e. Şaredariya gel jî ji bo lênêrîna darên li derveyî parastgeha Azadî hatine çandin, bi awayekî demkî hat erkdarkirin.
Girêdayî mijarê, endamê însiyatîfê Mihemed Ehmed Dibo ji ajansa me re got armanca wan ji însiyatîfê zêdekirina rûberên keskahiyê li derdora bendava Çilaxa ye.
Dibo wiha domand: "Tevî ku ev însiyatîf serkeftî ye, lê dîsa jî di aliyê avdana darên li derveyî parastgeha Azadî hatine çandin de zehmetî hene, nexasim ku bendav ber bi zuhabûnê ve diçe. Ji bo ku dar hişk nebin, em neçar dibin ku avê bikirin û bi tankeran bibin û daran av bidin. Ji ber ku piştgiriya şaredariyê demkî ye."
Debo bang li şaredariya gel kir ku alîkariya xwe ya avdanê berdewam bike, bi taybet dem havîn e.
(mh/fr)
ANHA