Li Şêxlera Jorîn rihê Bendava Tişrînê car din derket
Gelê Kobanê bi karwanekê berê xwe da gundê Şêxlera Jorîn, û heta tîma tamîrkirinê stasyona avê tamîr kir, li wir weke mertal tev gerîn.
Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet jî binesaziyên herêmê kirin armanca xwe û ev êriş ji 8’ê Kanûna 2024’an ve li dijî binesaziyên herêmê zêde bûn. Kantona Firatê ji van êrişên dijî binesaziyan nefilitî. Dagirkeriyê stasyonên kehrebe, avê û cihên xizmetguzariyê hedef girtin. Di encamê de gel bê kehrebe û av ma.
Di 2`ê Sibatê de dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer stasyona gundê Şêxlera Jorîn bombebaran kir, di encamê de stasyona avê ji xizmetê derketibû. Di heman demê de stasyonek kehrebê jî hat hedefgirtin. Bi wê re zêdetirî 4 mehan kehrebe û av li ser gelê Kobanê û gelek gundewarê wê qut bûn û 200 hezar welatî bê av man.
Her ku tîmên taybet yên tamîrkirinê berê xwe didan gundê Şêxler, da ku stasyona avê ji nû ve tamîr bikin û avê ji xelkê bajêr û gundewarê wê re peyda bikin , dibûn armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker. Dewleta Tirk a dagirker bi çekên navîn êrişî tîman dikir, ji lew re tîm mecbûr dibûn bi paş ve vegerin.
Îro, ji bo tamîrkirina stasyona avê ya gundê Şêxlera Jorîn, xelkê Kobanê û gundewarên wê berê da stasyona avê da ku tîma taybet a stasyonê, bikare tamîr bike. Xelkê Kobanê care din berxwedana rihê Bendava Tişrînê li Şêxlera Jorîn raber kir.
Di encamê de tîmê stasyon tamîr kir û av ji bo bajarê Kobanê û gundewarê wê berda û gel vegerî bajêr.
Nûçegihana ajansa me jî tevî gel berê xwe da gundê Şêxlera Jorîn, bi dîmen û wêne berxwedana gel şopand.
(ekîb/fr)
ANHA