Komeleya Hevdestî hişyarî li ser durûtiya "edaleta pêvajoya veguhêz" da
Komeleya Hevdestî daxwaza firehkirina xebata Desteya "Edaleta pêvajoya veguhêz" li Sûriyeyê kir ku tevahî binpêkirinan bigire nava xwe û diyar kir ku nêzîkatiya durûtî dibe ku gefan li rêveçûna lihevhatina niştîmanî bixwe û çanda bêcezatiyê bidomîne.

Komeleya Hevdestî ya Qurbaniyan bi daxuyaniyekê banga firehkirina çarçoveya xebata Desteya "Edaleta pêvajoya veguhêz" kir ku tevahî binpêkirinan bigire nava xwe û hişyarî li ser lêpirsîna tenê li ser binpêkirinên rejîma Baas’ê kirine da. Deste li gorî biryar desthilata Şamê di 17’ê Gulanê de hat avakirin.
Komeleyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tenê sînordarkirina xebata desteyê tenê ji aliyekî ve ku binpêkirin kirine û binpêkirinên aliyên din jî neyên destgirtin vebijartin û xistina cudahiyê di nava qurbaniyan de xurt dike. Bi wê re rê li ber edaleta giştî ku hemû qurbaniyan yek bigire tê girtin û gefan li firsetên pêkanîna lihevhatina niştîmanî ya rastîn û mayînde dixwe.
Komeleyê karê desteyê ya tenê şopandina binpêkirinên bi "cidî" sinifandine rexne kir û got ew yek çanda bêcezatiyê li hember binpêkirinên din ên wek wê neyên sinifandin xurt dike, lê ew dimînin binpêkirinên dermirovî û bandoreke giran li ser jiyana qurbaniyan û aramiya wan a civakî û derûnî dikin.
Di daxuyaniya xwe de komeleyê teqez kir ku divê "edaleta pêvajoya veguhêz" giştî û edilane be û girîngiyê bidin qurbaniyan, rastiyê aşkera bike û bêyî cudahî tevahî qurbaniyan yek bigire.
Komeleya Hevdestî anî ziman ku paşguhkirina êşên qurbaniyan ji aliyên din ên alozî û şer ve dibe ku parçebûnê kûrtir bike û bêaramiya xurt bike û di dawiyê de gefan li her pêvajoya lihevhatina niştîmanî ya rastîn û mayînde bixwe.
Di dawiya daxuyaniya Komeleya Hevdestî de daxwaza jinûve lêvegera li biryarê û firehkirina çarçoveya xebata desteyê hat kirin, ku tevahî binpêkirin bêyî cudahî û kîjan aliyê kiribin werin şopandin, her wiha divê qurbanî esas werin girtin, garantiyên serxwebûnê, duristî û zelaliyê di kar de werin peydakirin û mafên tevahî qurbaniyan werin misogerkirin.
(aq/fr)