Zeyneb Osman dengê gelê xwe vedibêje

Zeyneb  Osman behreyeke ciwan e ku bi deng û defa xwe dengê doza gelê xwe ji cîhanê re vedibêje.

Zeyneb Osman dengê gelê xwe vedibêje
27 kanûn, 2025   06:05
HELEB

Zeyneb Osman (15) ji gundê Qitmê yê bajarê Şera yê Efrîna dagirkirî ye. Zêneb xwedî dengekî çiyayî ye ku di lerizînên dengê xwe de çîroka gelê têkoşer ê ku li hemberî zordestiyê li ber xwe daye, vedibêje.

Zeyneb di nav malbateke hunerî de li bajarê Helebê ji dayik bû û rêya wan a hunerî bi bîreweriya Kurdewar û li ser şopa doza Kurdî, didomîne.

Zeyneb  Osman di nav heval û malbata xwe de stranên şoreşgerî bi hestên kûr û şoreşgerî dixwendin û bala guhdaran dikişand.

Malbata Zeyneb  Osman ji 6 kesin pêk te du xwişkê û birayekî wê hene Zeynep li kêleka xwendina xwe hunera xwe pêş dixe. Li gorû wê xwendin rotîneke rojane ye lê belê stran beşeke sereke ya jiyana wê ye û ne tenê rêbazeke derbaskirina demê ye.

Zeyneb Osman di 2022'yan de tev li navenda Tevgera Hîlala Zêrîn bû û di Koma Şehîd Hêzil a  govendê û Koma Delîl ya stranan de cih girt. Zeyneb li kêleka stranan li amûra defê jî dide.

Zeyneb Osman hewl dide bi rêya perwerdeyê di navenda Hîlala Zêrîn de asta xwe pêş bixe û xwe bigihîne astên pisporiyê wekî stranbêjên Kurd ên navdar.

Zeyneb Osman got: "Tu tişt nikare hestan bêdeng bike an jî mirov ji damarên wî û ji tiştên ku ew jê hez dike dûr bixe. Huner ruh e kes nikare dest bide wê lê belê teqez ew heye. Bi hunerê hest dibin awaz û aştiya ku nayên têkbirin."

Zeyneb Osman di gelek şahiyên taxa Şêxmeqsûd de beşdar bû û bi koma xwe re di Festîvala Şehîd Hogir a 4'emîn a li bajarê Helebê hat xelatkirin.

Zeyneb Osman di dawiya axaftina xwe de bang li kesên xwedî behre kir ku şiyanên xwe bixin xizmeta doz û nasnameya xwe.

(mh)

ANHA