Brîtanya û Almanya hişyarî da welatiyên xwe ku neçin Îsraîlê

Ji ber zêdebûna aloziya bi Îranê re, li gel veguhastina karmend û malbatana ji balyozxaneyên xwe ber bi cihekî ewle ve, Brîtanya û Almanyayê hişyarî da welatiyên xwe ku neçin Îsraîlê.

Brîtanya û Almanya hişyarî da welatiyên xwe ku neçin Îsraîlê
27 sibat, 2026   22:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Brîtanya û Almanya ragihand ku wan ji bo welatiyên xwe yên li Îsraîlê tedbîr girtine, ev yek piştî gefên zêde yên Amerîkayê yên ji bo êrişan li ser Îranê pêk tên.

Wezareta Derve ya Brîtanyayê ragihand ku beşek ji karmendên balyozxaneya wê li Tel Avîvê û malbatên wan bi awayekî demkî bo cihên din ên li Îsraîlê hatine veguhastin. Wezaretê da zanîn ku balyozxane bi awayekî normal berdewam dike, lê hişyarî da ku "rewş dikare bi lez xirab bibe û xetereyên girîng çêbike".

Di heman demê de, Wezareta Derve ya Almanya hişyarî da welatiyên xwe di nav de Qudsa Rojhilat jî neçin Îsraîlê. Beriya niha DYAˊyê ji, weke tedbîrek pêşîlêgirtinê, bang li karmendên balyozxaneyên xwe yên nesereke û malbatên wan kir ku ji Îsraîlê derkevin.

(ac/fr)

ANHA