Li Humsê 2 welatî hatin qetilkirin

Di 2 bûyerên cuda yên li bajarê Humsê de çekdaran gule berdan 2 welatiyan di cih de qetil kirin û hin jî birîndar kirin.

Li Humsê 2 welatî hatin qetilkirin
27 sibat, 2026   23:10
HUMS

Nûçegihana me ji bajarê Humsê ragihand ku komeke çekdar li kolana Iyadatan (klînîk) a taxa Kerem El Loz gule berdan 2 kesan û rakirin nexweşxaneyê.

Heta vê kêliyê tu agahiyên palpişt der barê tenduristiya wan an jî nasnameyên wan de nehatine bidestxistin.

Girêdayî mijarê, li taxa Dehra ya Humsê 2 sivîl ji hêla çekdarên nenas ve hatin qetilkirin.

Muwefeq Ebas (42) ên ji taîfeya Murşîdiyê gulebaran kirin.

Şahidan da zanîn ku çekdarek li ser motorsiklêtê bû û yê din jî siwar bû, ket dikana li ser çatrêya taxa Iyadatan a kolana Bab El Dirêb ê Humsê û 6 gule berdan her du welatiyan.

Hat bibîrxistin ku gule li serî û dilên welatiyan ketin, piştre ew çekdar ber bi kolaneke şaxî ve reviyan.

Çavkaniyên xwecihî anî ziman ku bûyer saet di 19.30ˊan vê êvarê çêbû.

(fr)