‘Ramanên Rêbertî mirovan rizgar dikin û demokrasiyê ava dikin’

Rewşenbîran diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di ramanên xwe de girîngiyê dide mirovên azad ku bikarin ji bingehên aştî, diyalog û hevqebûlkirinê civakeke demokratîk ava bike.

‘Ramanên Rêbertî mirovan rizgar dikin û demokrasiyê ava dikin’
8 tebax, 2025   02:35
REQA
EHMED SEMHAN

Rewşenbîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ramanên ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kirine, di hewldanên wan ên ber bi civakeke zanetir û tenduristtir de ji wan re çavkaniya îlhamê ne.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Mihemed Taha Qasim bal kişand ser rola pêşeng û çalak a rewşenbîran di avakirin û pêşxistina civakan de û got rewşenbîr neynika civaka xwe ne, rewşa civakê vedibêjin û siberoja wê diyar dikin.

Mihemed Taha Qasim got: "Rêber Abdullah Ocalan têgehên serdest dan guhertin û îdeolojiyeke nû pêşkêş kir.”

Qasim diyar kir ku pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ku ji gelek kesan re bûne lêveger, di hin zanîngehan tên fêrkirin, ev jî îsbata kûrbûna fikrên wî û bandorên wê yên mirovî isbat dike. Her wiha destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan tenê li ser çanda civakî nesekiniye, lê belê cih daye projeya xwe ya çandî de çanda siyasî û giştî, dîsa jî girîngiyeke taybet daye çanda jinan.

Qasim bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan ji kesên pêşîn bû ku banga mafên jinan kiriye û hiştiye ku jin rolên xwe yên pêşeng di civakê de pêk bînin. Qasim wiha pê de çû "Ji 2013’an ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin cihên xwe yên rasteqîn di civakê de digirin. Bûne, dayik, perwerdekar, şervan û rewşenbîr. Îro em gelek jinên ku çek rakirine û doza xwe diparêzin, dibînin. Jin ji bo belavkirina çand û hişmendiyê de pênûs rakirine. Ev hemû jî berhemên fikrê Rêbertî ye ku azadiya civakê bi destpêka azadkirina jinan dibîne."

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê û çalakvan Celaa El Hemzawî destnîşan kir ku di vê qonaxa siyasî ya awarte de xurtkirina aştiya sivîl û hevgirtina civakî, bi taybetî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêwîst in û got piştî ev herêm ji terorê hatin rizgarkirin, bi saya xwedîderketina li îdeolojiya Rêber Abdullah Ocalan, bi nebûna gotinên nefretê û kîndariyê dihatin nasîn.

Celaa diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di ramanên xwe de girîngiyê dide aştiyê û banga çareseriyeke siyasî li ser bingeha diyalogê dike.

Celaa bal kişand ser biryara PKK’ê ya çekdanînê û şewitandina çekan wek "sembola bidawîbûna şer û gaveke ji niyeteke qenc a ber bi aştiyeke mayînde ve" nirxand.

Her wiha destnîşan kir ku aştiya di ramanên Rêber Abdullah Ocalan de bingeha avakirina civakeke demokratîk e ku erdîngariya Sûriyeyê jî digire nav xwe û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro  nimûneyeke realist e ku dikare li tevahiya welat were pêkanîn.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê Yasir El Elî El Hisên jî da zanîn ku bîrdoziya Rêber Abdullah Ocalan tevî hêz û zelaliya nêrîna xwe ji aliyê gelê Kurd û gelên herêmê ve di dema xwe de parastin û piştgiriyên têrker nebû ku bikare bi awayekî aktîf were pratîzekirin.

Ek Hisên her wiha got eger îro parastin û xwedîderketineke baş ji rewşenbîran re çêbe,  dê rola wan di nava civakê de akîtftir û zelatir be.

(bb)

ANHA