Bi sedan ciwan tev li seferberiyê dibin

300 ciwan di çarçoveya seferberiyê de û li ser banga Heyva Sor a Kurd bi awayekî xwebexş tev li xebatên belavkirina alîkariyan ji bo koçberan bûne.

Bi sedan ciwan tev li seferberiyê dibin
29 ÇILE, 2026   14:33
QAMIŞLO

300 ciwan ku di nava wan de xwendekar û mamoste jî hene, bi beşdariya nava xebatên Heyva Sor a Kurd, tev li seferberiyê bûn ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye ragihandin. 

Xwendekar û mamosteyan di çarçoveya banga Heyva Sor a Kurd de ku li ciwanan kiribû, xwestiye bi awayekî xwebexş tev li xebatê bibin.

Li gorî agahiyên ku me ji Heyva Sor a Kurd wergirtine, gelek ciwanên din jî ku dixwazin erka xwe di nava seferberiyê de pêk bînin, berê xwe didin navenda Heyva Sor. 

Ev 300 ciwan bi hev re ji bo ku alîkariya koçberên Efrîn û Şehbayê yên ku ji Tebqa û Reqa derbasî bajarên kantona Cizîrê bûne, plana xwe bi endamên Heyva Sor re derdixin û bi wan re xebatê didin meşandin.

(sb)

ANHA