Jinan gotinên nefretê û bêrêziya li hemberî jinên şoreşger şermezar kirin

Kongra gotinên sorkirin û kîndariyê yên kanalên erebî yên li dijî Kurdan û jinan, şermezar kirin.

29 ÇILE, 2026   14:07
QAMIŞLO

Kongra Star bi armanca şermezarkirina gotinên nefret û sorkirinê yên ku kanalên erebî wekî Al Arabiya, Al Hadath û Al Jazeera yên li ser Rojava û  bêrêziya li hember jinên şoreşger, daxuyanî li bajarên Tirbespiyê, Girkê Legê û Amûdê dan.

Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku QSD’ê hêza bingehîn a parastina gelê Rojava ye û di rêya azad û rûmetê bi hezaran şehîdan dane. Di daxuyaniyê de li dijî êriş û komployan banga piştgiriya QSD’ê hat kirin.

Di daxuyaniyan de bêrêziya li hemberî jinên şoreşger ku ji aliyê çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve tê kirin, hat şermezarkirin. Hate gotin, ev kiryar binpêkirina nirxên exlaqê mirovahiyê ye û hewla şikandina îradeya azad a jinên pêşeng e.

Di daxuyaniyê de gotinên sorkirin û kîndariyê yên hin kanalên erebî wekî Al Arabiya, Al Hadath û Al Jazeera ên li ser jinên Kurd jî hatin şermezarkirin û banga boykutkirinê û hesabpirsînê hat kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de banga hevgirtin û têkoşîna hevpar li hemû jinan hat kirin û hat gotin: "Ji bo dengê me bihêje tevahî cîhanê, rêxistinên mirovî û hiqûqî em bi dengekî bilind dibêjin, li ber çavê dunayê bêrêzî li jinên Kurd tên kirin û bi cenazeyên wan tên lîstin. Em ji tevahî cîhanê re dibêjin, ev kiryar wê nebe astengî li hemberî berxwedana me. Em ê heya dawiyê têkoşînê xurt bikin. Rojava wê bi dehan jinên şoreşger bîne ku dê jinan ji hemû cureyên tundiyê rizgar bikin."

(ex/b)

ANHA

GIRKÊ LEGÊ

AMÛDÊ

TIRBESPIYE