Kesên girêdayî HTŞ`ê bûn balyozên Sûriyeyê yên li cîhanê

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê kesên nêzîkî Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) wek balyozên Sûriyeyê yên li çend dewletan erkdar kirine. Ev yek ji hêla raya giştî ve hat rexnekirin.

Kesên girêdayî HTŞ`ê bûn balyozên Sûriyeyê yên li cîhanê
29 ÇILE, 2026   14:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê çend kesên nêzîkî HTŞ`ê ku berê di nava komên çekdar ên li Idlibê de bûn, wek balyozên Sûriyeyê li çend dewletan erkdar kirine.

Di nav kesên erkdarkirî de kesên ku berê di nava dezgeha "Kar û Barên Siyasî" de dixebitîn hene. Ev dezgeh bi salan li Idlibê dixebitî, niha ev kes wek nûnerên fermî yên Sûriyeyê li derve hatine erkdarkirin.

Navê wan kesan û deverên lê hatine erkdarkirin wiha ne:

Mihemed Qentarî (Washington)

Eşhed Salîbî (Moskov)

Muhsin Mihbaş (Riyad)

Dr. Mihemed El Ehmed (Qahîre)

Iyad El Hezaa (Beyrût)

Mihemed Baraa Şukrî (Almanya)

Zekeriya Lababîdî (Çîn)

Erkdarkirina van kesan ji hêla akademîsyen û mafnasên Sûriyeyê ve hat rexnekirin.

Akademîsyen û mafnasan ev nêzîkatî wek "dîplomasiya komên çekdar" bi nav kir û da zanîn ku ev yek dê bibe asteng li pêşiya têkiliyên navneteweyî bi Sûriyeyê re, bi taybet li welatên rojavayî, ji ber ku ev welat der barê paşxaneya van balyozên girêdayî HTŞ`ê de, bi guman û tirs in.

(k)