Bi fuzeyê li baregeha Bamernê hate xistin

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo li dijî baregeha Bamernê ya artêşa Tirk a dagirker, bi fuzeyê çalakî lidar xist. Di çalakiyê de konternira ku dagirkeran ji bo isterehetê bi kar dianîn, hate hedefgirtin.

Bi fuzeyê li baregeha Bamernê hate xistin
8 sibat, 2025   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN 

Di daxuyaniya Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo da, ev tişt hatin diyarkirin:

“6’ê Sibata 2025’an di saet 17.00’an de li Başûrê Kurdistanê li dijî baregeha Bamernê ya artêşa Tirk a dagirker, bi fuzeyê çalakî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de konteynira ku leşkerên dagirker bi armanca isterehetê bi kar dianîn, hate hedefgirtin. Lê belê derbarê mirî û birîndarên dagirkeran de agahiyên şênber nehatin bidestxistin.

Ev çalakî ji bo bersivdayîna komkujiyên nemerdane yên ku di demên dawî de li Kurdistanê li dijî welatiyên bêguneh hatine kirin, hate lidarxistin.”