Rizgar Begzade dest bi greva birçîbûnê kir

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê diyar kir ku girtiyê siyasî Rizgar Begzade li dijî nezelaliya pêvajoya dadgehê û zextên saziyên ewlekariyê, dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Rizgar Begzade dest bi greva birçîbûnê kir
8 sibat, 2025   13:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku girtiyê siyasî yê Kurd Rizgar Begzade Baba Mîrî, li dijî nezelaliya pêvajoya dadgehê û zextên saziyên ewlekariyê yên di dema lêpirsînê de, dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Hate diyarkirin ku zêdetirî 22 mehan îşkence li Rizgar Begzade hatiye kirin û bi hinceta ‘dijminatî û serhildanê’ metirsiya darvekirinê li ser heye.

Rêxistinê destnîşan kir ku Rizgar Begzade Baba Mîrî di dema Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de di tedawîkirina birîndaran û dabînkirina dermanan de alîkariya birîndaran dikir.

Di 17’ê Nîsana 2023’yan de Rizgar Begzade Baba Mîrî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû destgîrkirin. Rizgar Begzade 133 rojan di hucreya yekkesî de hatiye hiştin û îşkenceyeke tund a fîzîkî û derûnî lê hate kirin ku bû sedem perdeya guhê wî biteqe. Her wiha ji mafê parastinê bêpar hate hiştin û 15 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.