3 îsraîlî û 183 filistiniyên din hatin berdan

Di çarçoveya agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de, Îsraîlê îro 183 girtiyên Hemasê berdan, beramberî wê jî Hemasê 3 dîlên Îsraîlê berdan.

3 îsraîlî û 183 filistiniyên din hatin berdan
8 sibat, 2025   13:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku bi rêya Xaça Sor a Navneteweyî 3 dîlgirtiyên îsraîlî yên ku li Xezayê hatibûn berdan, radestî Îsraîlê hatine kirin. Di heman demê de rêveberiya zindanên Îsraîlê ragihand ku wan dest bi serbestberdana 183 filestiniyên li zindana Ofer kiriye.

Rêkeftina agirbestê di 19’ê Çileyê de piştî şerê zêdetirî 15 mehan ê di navbera Îsraîl û Hemasê de, dest pê kir. Li gorî agirbestê, dê hin dîlgirtiyên li Xezayê beramberî hin dîlgirtiyên filîstînî yên li Îsraîlê serbest bêne berdan û şer û pevçûn bêne rawestandin.

Ji destpêka agirbestê heta niha 4 caran dîlgirtiyên her du aliyan hatine berdan.

(k)