Bi fîlm û kargehan Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan didome

Di roja pêncemîn a Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan de kargeha roportaj û montajê dest pê kir. Her wiha kurtefîlm û belgefîlmên ji Kurdistanê û ji welatên din jî tên pêşandan.

Bi fîlm û kargehan Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan didome
Bi fîlm û kargehan Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan didome
Bi fîlm û kargehan Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan didome
Bi fîlm û kargehan Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan didome
29 gulan, 2025   14:11
QAMIŞLO

Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan ku bi dirûşma “Nerîna wê ji azadiyê, çîroka wê ji berxwedanê” di roja xwe ya pêncemîn de didome.

Di çarçoveya bernameya îro de kargeha roportaj û montajê ji aliyê pispora montajê Valentina Sarogni ve hate birêvebirin. Kargeh dê 3 rojan dewam bike û ji bo xebatkarên Jin TV’yê li navenda giştî ya Jin TV’yê ya li bajarê Amûdê tê dayîn.

Dê îro saet 15:00-18:00`an li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo kurtefîlmên ‘Hîwa’ bi derhêneriya Mozhgan Kavousi, ‘Kwêstan’ bi derhêneriya Fatemah Bakh Shipour – Ali Bahmani, ‘Triangle’ bi derhêneriya Jino Hadi Hesen, ‘I`m Not Ready’ bi derhêneriya Emma Organiza, belgefîlmê ‘Women in Arminian Cinema’ bi derhêneriya Mariam Ohanyan, kurtefîlmê ‘The Mother and The Bear’ bi derhêneriya Yasmina El Kamaly û ‘The Key’ bi derhêneriya Sharo Shorsh bên pêşandan.

Bernameya îro ya danê êvarê wiha ye:

Danê êvarê li Parka Azadî saet di 20:00`an de belgefîlmê ‘Aurora`s Sunrise’ bi derhêneriya Inna Sahakyan, saet di 22:00`an de kurtefîlmê ‘A House Near The Sun’ bi derhêneriya Miriam Samadi-Ronya Schamlian, belgefîlmê ‘I Will Wait For You By The Sea’ bi derhêneriya Rasia Yusuf û ‘Left Handed’ bi derhêneriya Nasrin Mohammadpour tên pêşandan.

Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan ji aliyê Kollektîfa Kezî ya Jinên Sînemeger ve bi piştgiriya SîneJin a Rojava, Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn, sînemegerên jin ên li Ewropayê û bi alîkariya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê ve tê birêxistinkirin û dê heta 31`ê Gulanê dewam bike.

(sb)

ANHA