Dewreya perwerdeyê ya endamên meclisên malbatên şehîdan bi dawî bû

Li Akademiya Şehîd Botan Reqa dewreya perwerdeyê ya yekemîn a meclisên malbatên şehîdan bi dawî bû.

Dewreya perwerdeyê ya endamên meclisên malbatên şehîdan bi dawî bû
Dewreya perwerdeyê ya endamên meclisên malbatên şehîdan bi dawî bû
Dewreya perwerdeyê ya endamên meclisên malbatên şehîdan bi dawî bû
Dewreya perwerdeyê ya endamên meclisên malbatên şehîdan bi dawî bû
Dewreya perwerdeyê ya endamên meclisên malbatên şehîdan bi dawî bû
Dewreya perwerdeyê ya endamên meclisên malbatên şehîdan bi dawî bû
Dewreya perwerdeyê ya endamên meclisên malbatên şehîdan bi dawî bû
29 gulan, 2025   14:34
REQA

Li Akademiya Şehîd Botan Reqa ya li bajarê Reqayê dewreya perwerdeyê ya 20 endamên meclisên malbatên şehîdan ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şahiyekê bi dawî bû.

Dewreya perwerdeyê ku bi navê Şehîd Diyana Mihemed Xelîl (22’yê Nîsana îsal di Berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd bûbû) hate vekirin, 30 rojan dewam kir.

Şahî li avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê bi beşdariya endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ên Kantona Reqayê, Desteya Kar û Barên Şehîdan, Birîndar û Dîlgirtiyên Şer, hevserokên Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) pêk hat.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre bi navê dewreya perwerdeyê ya Şehîd Diyana Mihemed, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Serêkaniyê Beşar El Îsa bi xêrhatina beşdaran kir, şehîd û dayikên wan silav kirin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ayat Ebdulhekîm di axaftina xwe de şehîdên azadiyê bi bîr anîn û diyar kir ku dewreya perwerdeyê ya Şehîd Diyana Mihemed Xelîl ji hemû çandên di nava meclisên malbatên şehîdan de anîn gel hev.

Ayat Ebdulhekîm di dewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya perwerdeyê û got: "Wekî ku Rêber Abdullah Ocalan dibêje, perwerde ji bo avakirina civakeke exlaqî û polîtîk, pêşxistina mirov, bilindkirina asta çandî û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de girîng e."

(bb)

ANHA