3  wesayîtên Îsraîlê derbasî Quneytîrayê bûn

3 wesayîtên Îsraîlê ketin gundewarê başûrê Quneytîrayê, heta bi zeviyên li rojavayê Seyda Hanot çûn.

3  wesayîtên Îsraîlê derbasî Quneytîrayê bûn
22 îlon, 2026   18:03
NAVENDA NÛÇEYAN

3 wesayîtên Îsraîlê ku di deriyê Til Ebû El Xîsar ê Colanê re derbas bûn, ketin rojavayê gundê Seyda Hanot ê başûrê Quneytîrayê.

Îro jî, dewriyeyek Îsraîlê derbasî derdora gundê Refîd ê başûrê Quneytîrayê bû, heta bi herêma nêzî nuqteyên hêzên Neteweyên Yekbûyî çû, hejmarek malên li taxa rojava ya gund kontrol kirin.

(f)