Berjewendiyan Şam û Emmanê û aloziya Îran-Îsraîl rojevên rojnameyên erebî bûn

Berjewendiyên di navbera Şam û Emmanê de her ku diçe zêde dibin, ku vê yekê bandor li tevgera li deriyên dînorî kiriye. Li aliyekî din xweragiriya Îsraîlê bûye sedema kêmkirina aloziya bi Îranê re. Misir û Îran jî ber bi başkirina peywendiyên xwe ve diçin.

Berjewendiyan Şam û Emmanê û aloziya Îran-Îsraîl rojevên rojnameyên erebî bûn
28 cotmeh, 2024   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên îro deder barê peywendiyên Şam û Emmanê, her wiha aloziya Îsraîl û Îranê û pêwendiyên Misir û Îranê de nivîsîn.

ˈPÊŞKETINA BERJEWENDIYÊN DI NAVBERA ŞAM Û EMMANÊ DEˈ

Rojnameya El Şerq El Ewset diyar kir ku lihevhatinek di navbera Şam û Emmanê de li ser hêsankirina tevgera derbasbûna di deriyên sînorî  di navbera wan de heye.  Rojnameyê da zanîn ku di hêla siyasî de jî rewşa dûrkirina herêmên başûrê Sûriyê ji şerê bi Îsraîlê re dewam dike.

Rojnameyê her wiha nivîsî ku "her du alî li hêviya derfetekê ne ku hinardekirina ji dergehê Nesîb-Cabir baştir bikin. Ji xwe rêwiyên sûrî li şûna Firokxaneya Beyrûtê berê xwe didin Firokexaneya Navdewletî ya Urdunê."

ˈXWERAGIRIYA ÎSRAÎLÊ GIRANIYA ALOZIYA BI ÎRANÊ RE KÊM KIRˈ

Rojnameya El Ereb bal kişand ser aloziya di navbera Îsraîl û Îranê de. Rojnameyê destnîşan kir ku siyaseta xweragirtinê ya ku Îsraîlê, piştî ku Amerîkayê hin agahî belavkirin der barê cihên ku dê Îsraîl bike armanc û çekên dê bikar bîne de, hişt kuTehran xwe amade bike da ku zirar kêmtir bibin. Li gorî rojnameyê,  vê xweragiriya Îsraîlê encamên erênî bi xwe re anî,  ji ber ku Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî peyamên ku "Îran bersivê nade" şandin.

ˈTÊKILIYÊN ÎRAN Û MISRÊ BER BI BAŞBÛNÊ VE DIÇINˈ

Der barê peywendiyên Misir-Îranê de, rojnameya El Erebî El Cedîd nûçeyek weşand. Li gorî nûçeyê peywendiyên Misir-Îranê di van demên dawî de bi awayekî berçav baş bûne. Hate gotin, çavdêr jî di wê baweriyê de ne ku başbûna pêwendiyan ji ber sedemên pragmatîk çêbûye, ne xwestekek rastîn a vegerandina têkiliyên normal di navbera her du welatan de ye.

Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, di lûtkeya dawî ya di navbera Serokkomarê Misirê Ebdulfetah El Sîsî û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan de di 23ˈyê Cotmehê de, her du aliyan ji bo başkirina hevkariyê lihev kirine ku pêngavên nû bavêjin.

(k)